"Bê şerm û fedî, hêj dipeyivin, ji her wekî ew jî xwe mêr û însan dibînin! Her wekî jin û zarokên xwe weke xelkê parastine! Ma ji me û pê ve kîjan milet li cihanê ketiye van giriftariyan? Dîsa jin û zarokên kê di xaniyan de hatine şewitandin!?"
Ev bi vê gotina jina kurd êşiyam..
Ev demek e xatiratên Hesen Hişyar Serdî dixwînim.
Gotinekê, peyvekê ji bo trajedîya hatîye serê Kurdan nabînim. Her rûpelek, xwe bi gelek zehmet û êş û keder dide xwendin...
Xwezî me ders bigirta... Ji dîrokê, ji dîroka xwe...