Mezopotamya
Mezopotamya (bi yewnaniya kevn: Μεσοποταμία, lat. Mesopotamía) herêmeke dîrokî yê Rojavayê Asyayê ye ku di nav sîstema çemên Firat û Dîcleyê de li bakurê heyva berhemdar cih girtiye.[1] Her çiqas Mezopotamyaya Jêrîn an Mezopotamyaya Başûr bi gelemperî di nav axa Iraqê de be jî vê beşa Mezopotamyayê hinek deverên Başûrê Kurdistanê jî vegirtiye nav xwe. Mezopotamyaya Jorîn an Mezopotamyaya Bakur deverên berfireh ên Kurdistanê girtiye nav xwe ku ev dever ji hinek deverên Bakurê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê û ji hinek deverên Başûrê Kurdistanê pêk hatiye.[2]
Mezopotamya cihê pêşketina herî destpêka şoreşa neolîtîkê ye ku ji dora sala 10.000ê b.z. ve dest pê kiriye. Herêm wekê "îlhama hinek ji pêşketinên herî giring ên di dîroka mirovahiyê de hatiye destnîşankirin ku di nav de dîtîna çerxeyê, çandina berhemên genim ên pêşîn, pêşketina nivîsê, bîrkarî (matematîk), stêrnasî (astronomî) û çandinî" hene. Ji ber şaristaniyên yekem ên ku li Mezopotamyayê hatine avakirin Mezopotamya wekê dergûşa hinek ji şaristaniyên herî kevn ên cîhanê hatiye destnîşankirin.[3]
Herêmê bi avakirina gelek bajaran re ku ji aliyê sumeriyan ve hatiye avakirin pêş ketiye û serdemeke dirêj ji aliyê sumeran ve hatiye birêvebirin. Akadî ku gelekî semîtîk ên koçer ên nîvgirava erebî bûn ku ji aliyê rojava ve ber bi Mezopotamyayê ve koç bûne û bi qels bûna rêveberiyên bajarên sumeran, bi dagirkirina bajarên sumeran li Mezopotamyayê xanedaniya akadiyan ava kirine.[4] Li gorî çavkaniyên ku hatine berdest kirin hatiye diyar kirin ku akadî û komên din ên semîtîk ji ber birçîbûn û tunebûna li nîvgirava erebî ji ber sedema lêgerîna xwarinê ji nîvgirava erebî ber bi Mezopotamyayê ve koç bûne.[4]
Gutî gelekî proto hind û îranî (li gorî hinek çavkaniyan dibe ku gelekî îzole bin) bûn ku di navbera salên 2141 b.z. – 2050 b.z. de bi qasê 91 salan li Mezopotamyayê hikumdarî kirine.[5][6] Gutî ku yek ji gelên xwemaliyên Zagrosê bûn ku gelek caran welatê wan ji aliyê gelên semîtîk ên wekê akadî ve rastî êrîş û talankirinan dihatin. Li hemberî êrîşên akadiyan bi komkirina hêze xwe re gutiyan li dijî xanedaniya akadî şer dane destpêkirin û di dawiyê de xanedaniya akadiyan ku serdemeke dirêj li Mezopotamyayê hikum kiribûn rûxandine. Piştê hilweşîna xanedaniya akadiyan, bi qasê 91 salan deverên berfirehên ku Mezopotamya û Başûrê Kurdistanê û Zagrosê girtibû van xwe ji aliyê gutiyan ve hatiye birêvebirin.[5] Li gorî lêkolînên zanyarên serdema nûjen dibe ku gutî jî wekê hurî û mediyan bav û kalên kurdên nûjen bin.[7][8][9]
Etîmolojî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Peyva "Mezopotamya" ku behsa herêma di navbera her du çeman de dike ku koka xwe di peyvên yewnanî yên kevnare wergirtiye. Navê Mezopotamyayê ji yekkirina peyva "mesos" ku tê wateya "navîn" û ji peyva "potamos" ku tê wateya "çem" an "çeman" pêk hatiye.[10]
Erdnîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mezopotamya axa di navbera çemên Firat û Dîcleyê de digire nav xwe ku hinek deverên Kurdistanê jî di nav de ye. Sinorên xwezayî yên Mezopotamyayê bi gelemperî wekê çiyayên Zagrosê (li rojhilat) û çiyayên Torosê (li bakur), herêma peravê Kendava Farsê (li başûr) û destpêka sinorê erdnîgarî ya Rojavayê Kurdistanê (li rojava) hatiye destnîşankirin.[11] Ji ber ku qeraxên Dîcleyê pir caran asê û dijwar in, rêyên bejahî li Mezopotamyayê bi gelemperî li pey rêça çemê Firatê diçin. Bi gelemperî keşûhewaya herêmê nîv-hişk e. Li bakurê herêmê rûbereke çola berfireh heye û li başûr jî herêmeke bi qasê 15.000 kîlometreçarçik deştên şilek, lagûn, deştên heriyê û dehlên qamîşan hene. Li deverê herî başûrê Mezopotamyayê çemê Firat û Dîcle tevlihev dibin û diherikin Kendava Farsê.
Jîngeha hişk ji deverên bakur ên çandiniya bi baranê tê xwedîkirin heta başûr ku avdana çandiniyê li wir pir giring e diguhere.[12] Ev avdanî ji aliyê asta bilind a ava binê erdê û bi helandina berfên ji deverên bilind ên çiyayên bakurê Zagrosê û ji deverên bilind ên Bakurê Kurdistanê ku çavkaniya çemên Dîcle û Firatê ku navê xwe didin herêmê pêk hatiye. Feydeya avdanê girêdayî şiyana seferberkirina keda temem a ji bo avakirin û parastina qenala avê ye û ev yek ji serdema herî destpêkê ve alîkariya pêşketina wargehên bajarî û pergalên navendî yên otorîteya siyasî kiriye.
Çandiniya li seranserê herêmê bi ajalkariya koçerî ve hatiye temamkirin ku tê de koçerên di konan de di mehên havîn ên hişk de pez û bizin (paşê jî hêştir) li çêregehên çeman diçêrandin û di demsala zivistanê ya şil de jî ber bi çêregehên demsalî yên li qiraxa çolê ve dibirin. Bi gelemperî li herêmê kevir, metalên hêja û dar kêm in û ji ber vê yekê ji bo ku bikaribe van tiştan ji deverên derdorê bikire, di dîrokê de pişta xwe daye bazirganiya dûr û dirêj a berhemên çandiniyê.[12] Li deverên li başûrê herêmê, ji serdema pêşdîrokê ve çandeke masîgiriyê hebû.
Ji ber gelek sedemên di dîrokên cihêreng de di sîstema çandî ya Mezopotamyayê de şikestinên vedorî (periyodîk) pêk hatine. Daxwazên ji bo hêza kedê hinek caran bûye sedema zêdebûna nifûsê ku sinorên kapasîteya hilgirtina ekolojîk a herêmê zêde kiriye û bervajî vê yekê jî bêaramiya avhewayê û bûyerên ekolojîk ên ku zirar daye çandiniya herêmê, bûye sedema hilweşîna hikûmeta navendî û kêmbûna nifûsê. Bi awayekî din lawaziya leşkerî ya li hember dagirkirina eşîrên koçer (koçerên semîtîk) ku ji ber bê aramiya avhewayê û ji tunebûna berhemên xwarinê ji çola erebî ber bi herêmê ve koçber bûne, bûye sedema hilweşîna bazirganiyê û paşguhkirina pergalên avdanê.[4]
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Pêşdîroka rojhilata nêzîk a kevnar di serdema paleolîtîka jêrîn de dest pê dike. Li wir nivîsandin bi nivîseke pîktografîka proto-mixî, di serdema Urûk IV de (nêzîkî dawiya hezarsala 4em a b.z.) derketiye holê. Tomarên belgekirî ya bûyerên dîrokî yên rastîn û dîroka kevnar a Mezopotamyaya Jêrîn di destpêka hezarsala sêyem a berê zayînê de bi tomarên mîxî yên padîşahên xanedaniyên destpêkê dest pê kiriye.[13]
Ev dîrok bi tevahî an bi hatina împeratoriya hexamenişî di dawiya sedsala 6em ê berê zayînê de, an jî bi hatina misilmanan û damezrandina xîlafetê di dawiya sedsala 7em a piştê zayînê de bi dawî dibe ku ji wê demê ve herêm wekê Iraq hatiye binavkirin ku hinek deverên Başûrê Kurdistanê jî di nav de ye. Di vê heyamê de Mezopotamya welatê hinek ji dewletên herî kevnar ên cîhanê bû, pir pêşketî û ji aliyê civakî ve jî welatekî tevlihev bû.
Ligel qeraxê Nîl a Misira Kevnare, şaristaniya geliyê Îndus a li nîvgirava Hindistanê û Çemê Zer a li Çîna Kevnare, Mezopotamyayê malavaniya yek ji çar şaristaniyên li deverê çeman kiriye ku nivîsandin lê hatiye îcad kirin. Mezopotamya ji bajarên giring ên dîrokî yên wekê Urûk, Nîpûr, Nînewa, Asûr û Babîl û her wiha xanedaniyên mezin ên herêmî yên wekê bajarê Erîdû[13] xanedaniya akadî, xanedana sêyem a Ur û xenadeniya gutiyan ku gelekî proto hind û ewropî bûn vedihewîne.[7][8][9]
Li herêmên jorîn ên Mezopotamyayê (Bakurê Kurdistanê) niştecihên wekê Qotê Berçem (li gundê Hîllarê, Erxenî Amed, Bakurê Kurdistanê) û Girê Mirazan (li gundê Xirabreşkê, Riha, Bakurê Kurdistanê) du şûnwarên niştecihbûna neolîtîkên navdar ên li Kurdistanê ne.[14][15][16] Yek ji şûnwarên neolîtîk li Kurdistanê şûnwarên çanda Cermo ye ku li Başûrê Kurdistana îro ye. Lêkolînên arkeolojîk li şûnwarên Kurdistanê rê dane ku pêşketinên çandî û teknolojîk ên serdema neolîtîkê werin ronîkirin.[17][18][19]
Serdema sumeran ~ 5500 – 1700 b.z.
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Gotara bingehîn: Sumer

Sumerî gel û civaka avakarê şaristaniyên Mezopotamyayê bûn[20][21][22] ku sedemeke dirêj li Mezopotamyayê gelek şaristanî û bajar-dewlet ava kirine û yekem civak bûn ku li Mezopotamyayê gelek îcadên destpêkê ku di nav de dahênana nivîsandina mîxî hebû ku di dîroka mirovahiyê de yekemcar sumeriyan nivîsa mixî dîtine û bikar anîne.[23]
Di heman demê di nav îcadên din ên sumeran de zanistên wekê bijîşkî, stêrnasî (astronomî) û bîrkarî (matematîk) hebûn. Sumerî di warê falbazî, sêrbazî û mîtolojiyê de civaka yekem û civaka herî navdarê dîrokê bûn ku dîrokê de yekem li Mezopotamyayê hatiye dîtin. Her wiha sumeriyan dibistanan îcad kirine û têgehên "afirandin" û "tofan" cara yekem di nivîsarên sumerî de li Mezopotamyayê hatine dîtin. Di serdema sumeriyan de nêzikî 35 bajar hebûn ku ji van 35 bajaran nêzîkî 17e bajar, bajarê mezin bûn ku di nav de bajarên wekê Kîş, Nîppûr, Kurda, Zabalam, Uma, Lagaş, Erîdû û bajarê Urê hebûn.[24][25]
Ur-Nanše ku li Lagaşê hatiye li ser desthilatê bi projeyên avahiyên ku wî di serdema daye avakirin hatiye naskirin. Urûkagina jî yek ji rêveberên sumerî bû bi reformên xwe yên nivîsandinên destpêkê hatiye naskirin. Di serdemên paşîn ê serdema sumeran de perestgeha Enlîl ku xwedawendê sereke yê sumeriyan bû[26] ji ber ku li cihê wî li bajarê Nîppûrê bû, di serdema sumeriyan de Nîppûr wekê paytexta dînî ya sumeriyan hatiye hesabkirin.[25]
Li dora sala 1700ê b.z. de ji ber êrîşên derve, koçberiya komên semîtîk ên koçber ku koçê Mezopotamyayê bibûn, bûyerên ekolojîk ên wekê hişkesaliya dijwar û şorbûna erdên çandiniya li Mezopotamyayê sumeriyan serxwebûna xwe ya siyasî winda kirine.[27] Bi qels bûna sumeriyan re akadî ku komek koçber ên semîtîk bûn li Mezopotamyayê dibin desthilatdar. Sumerî bi qelsbûna desthilatdariya xwe ya navendî re di nav eşîrên din ên herêmê de asîmîle bûne û piştre jî winda bûne.[27]
Serdema akadiyan ~ 2334 – 2154 b.z.
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Gotara bingehîn: Akadî
Akadî gelekî semîtîk bûn ku ji nîvgirava erebî ji ber hişkesalî û ji sedemên birçîbûnê ber bi Mezopatamyayê be koçber bûne[4] û di navbera sedsalên 24 û 22ê berê zayînê de di dema rêveberê akadî Sargon de gihîştine bilindeya xwe ya siyasî.[28] Sargon rêveberê akadî bû ku xanedaniya akadî damezrandiye serdemeke dirêj li Mezopotamyayê serwerî kiriye.[4]
Piştê şerê li dijî gutî û gelên din ên xwemaliyên herêmê û êrîşên li ser Gutiumê, gutiyan bi komkirina hêza re li dijî akadiyan şer daye destpêkirin ku di li dora sala 2141ê b.z. de akadiyan têk birine û xanedaniya akadiyan hilweşandine. Piştê hilweşîna xanedaniya akadiyan, xanedaniya gutiyan a Mezopatamyayê ji aliyê gutiyan ve hatiye ava kirin.[5][6]
Serdema gutiyan ~ 2141 – 2050 b.z.
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Gotara bingehîn: Gutî

Gelê gutî yek ji gelên ne-semîtîk bûn (~ 2220 – 2119 b.z., kronolojiya navîn) ku li deverên berfireh ên Mezopotamyayê serwerî kiriye. Xanedaniya gutiyan a sumerî di dema bidawî bûn û hilweşîna xanedaniya akadiyan de gihîştiye asta xwe ya herî bilind. Piştî mirina hikumdarê dawî yê akadî, Şar-Kalî-Şerrî (2218 – 2193 b.z.), hêdî hêdî navendên akadî, tevî paytext akadiyan di sala 2193ê b.z. de ketiye bin kontrola gutiyan. Di serdema gutiyan de xanedaniya akadiyan hatiye hilweşandin û hilweşîna dawî ya akadiyan ku di sala 2154ê b.z. de pêk hatiye, bûye nîşana bilindeya hêza gutiyan. Di derbarê hikumdar û gelê gutî de agahî gelek kêm in ku pir caran ev serdem serdem wekê serdemeke tarî ya sumeriyan hatiye binavkirin ku navbereke di navbera xanedaniya akadî û xanedaniya sêyem a Urê de ye. Serdema gutiyan bi serketina Utu-hengalê Urûkê (2119 – 2112 b.z.) bi dawî hatiye ku padîşahê dawî yê gutiyan, Tîrîgan têk biriye û xanedana 5em a Urûk a ku temenkurt ava kiriye.[29]
Xanedaniya sêyem a Urê ~ 2112 – 2004 b.z.
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Xanedaniya sêyem a Urê piştê hilweşîna xanedaniya gutiyan yek ji xanedaniyên temen kurt ên Mezopotamyayê ye.[30] Xanedaniya sêyem Urê wekê "dewleta nû ya sumerî" an jî "ronesansa sumerî" hatiye binavkirin ku li Mezopotamyayê hatiye damezrandin û nûnertiya dawî ya geşbûna mezin a şaristaniya sumeriyan kiriye. Dîroknasên ku vê serdemê lêkolîn kirine, xanedana sêyem a Urê bi gelemperî wekê "Ur III" hatiye kurtkirin. Di serdema xanedaniya sêyem a Urê de arşîva tabletên mezin hatiye berhevkirin ku ji vê serdemê zêdetirî 100.000 tabletên heriyên aborî û îdarî hatine dîtin.[31] Di vê serdemê de xanedaniya Urê bi kontrolên hişk hatiye birêvebirin ku heta çalakiyên aborî yên herî piçûk ku di nav de berhemên wekê ar, rûn û berhemên hunerî û mûçeyên karkeran, ji aliyê dewletê ve hatine tomar kirin. Xanedanî bi pergaleke parêzgehan hatiye birêvebirin (patesi) ku parêzgeh rasterast bi hikûmeta navendî ve girêdayî bûn û hatibûn dabeşkirin û ji aliyê "ensî" (waliyê sivîl) û "şagîn" (waliyê leşkerî) ku ji aliyê dewletê ve dihatin erkdar dirin, hatiye birêvebirin. Xanedaniya sêyem a Urê bi qasê 100 salan li Mezopotamyayê hikumdarî kiriye piştre jî bidawî bûye.[30]
Serdema piştê sumeriyan ~ 2025 – 539 b.z.
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Piştî hilweşîna Urê asûrî li bakur wekê hêzek siyasî derketine holê û babîlî jî li başûr bûne navendeke dînî û çandî. Di heman demê de Hurî û Amorî yên ku di destpêka hezarsala 2ê berê zayînê de gihîştin herêmê, bandorek giring li ser demografî û çandî ya herêmê kirine.[32] Di heman demê de huriyan bandor li ser bûyerên siyasî yên Mezopotamyayê jî kirine ku bi damezrandina împaratoriya Mîtanî re li herêmê bûne hêzeke sereke.[32]
Hêzek din a bilindbûyî babîlên başûr bûn ku xanedana babîlên kevin ku xanedaneke piştê Amurru bû, bi padîşahê xwe yê pêncem a bi navê Hammurabî bibû yek ji hêzên herêmî. Di vê serdemê de împeratoriya hîtîtên kevin dest bi fetihên xwe yên li Anatolyayê kiriye û di dawiyê de, qiralê hîtîtan Mursîlî I di sala 1595ê berê zayînê de Babîlê fetih kiriye û bi vî awayî dawî li desthilatdariya babîliyan aniye.
Di serdemên paşîn de kasîtî derketine pêş, hîtîtî li Anatolyayê hêza xwe xurt kirine û huriyan jî di bin serokatiya Mîtanî de hêzek siyasî ya nû ava kirine. Serdestiya mîtanî-huriyan ku nêzîkî du sedsalan berdewam kiriye lawaz dibe rê li ber bilindbûna asûriyan vekiriye û di sedsala 13ê berê zayînê de, padîşahê asûrî Şalmaneserê I derdikeve pêş û li ser axa mîtanî-huriyan desthilatdariyeke nû yê asûrî ava kiriye. Di vê serdemê de padîşahê asûrî gelek kampanyayên dagirkirina herêmên derdorê daye daye destpêkirin. Di heman demê de careke din dîsa babîliyan li başûrê Mezopotamyayê serweriya ji nû ve bidest xistine. Ji xeynî Babîlê, Ûrartû û Medan jî wekê hêzên serbixwe pozîsyonên xwe parastine. Her çiqas asûrî demekê lawaz bûne jî, di bin serweriya Tukultī-Apil-Eşarra III (Tiglat-Pileser III) de dîsa dest bi dagirkirina herêmên bakurê Mezopotamyayê kirine û di encamê de padîşahê Ûrartuyê têk birine û bi van polîtîkayên xwe yên dagirkirina herêmê hêzên girîng ên wekê Babîl û Medan aciz kiriye. Piştê Sargon II û pozîsyona asûryayê bilindtir bûye ku asûrî êrîşê gelek erdên padişahiyên herêmê xistine bin destê xwe û her wiha bi seferên mezin Misir talan kirine. Di bilindeya berfirehbûna padîşahiya Neo-Asûrî de, Med û Babîl, bi hevalbendiya skîtan, li dijî asûriyan şer dane destpêkirin û di encama vê şerî de xanedaniya asûriyan hilweşandine.
Piştê hilweşîna padîşahiya neo-asûrî, babîlî derketine pêş û serdemeke bi navê neo-babîlî dane destpêkirin. Neo-Babîl li ser hemî axa Asûryayê serdest bûne û gelek caran li dijî padîşahiyên cîran kampanyên berfireh kirine dane destpêkirin. Di vê demê de medan dawî li dewleta ûrartûyan aniye û heta çemê sor ber bi Anatolyayê ve berfireh bûye û Împaratoriya Medan ava kirine ku li seranserê axa Medyayê bûye hêzeke mezin ê serekeyê herêmî.[33][34] Împeratoriya Neo-Babîl di sala 539ê berê zayînê de bi fetihkirina persan bi dawî bûye.
Ziman û nivîs
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Zimanê herî kevin ê ku li Mezopotamyayê hatiye nivîsandin zimanê sumerî bû ku zimanekî jêgirtî yê lêzêdekirî bû. Piştê koçberên semîtîk li Mezopotamyaya destpêkê ligel zimanên sumerî, zimanên semîtîk jî hatine axaftin.[35] Di heman de sobartoyî ku zimanekî Zagrosê ye û dibe ku zimaneke bi malbata zimanên huro-ûrartû ve girêdayî be, di navên kesane, çem û çiyayan û di hunerên cûrbecûr ên Mezopotamyayê de hatiye dîtin.[36] Zimanê semîtîk ên wekê zimanê akadî di dema xanedaniya akadiyan de û zimanê asûrî jî di dema xanedaniya asûriyan de bûye zimanê serdest lê zimanê sumerî ji bo armancên îdarî, dînî, edebî û zanistî hatiye parastin.
Zaravayên cûda yên zimanê akadî heta dawiya serdema neo-babîliyan hatine bikaranîn. Aramiya kevin ku li Mezopotamyayê belav bibû, paşê bûye zimanê fermî yê rêveberiya parêzgehan despêka neo-asûrî û piştre jî bûye zimanê împeratoriya hexemenîşî ku zaravayên fermî wekê aramiya împeratorî hatibû binavkirin. Piştre zimanê akadî ji bikaranînê ketiye lê hem zimanê akadî û hem jî zimanê sumerî bi sedsalan di perestgehan de wekê zimanê dînî hatine bikaranîn. Nivîsarên dawî zimanê akadî ji dawiya sedsala yekemê p.z. ye.
Di destpêka dîroka Mezopotamyayê de, li dora nîvê hezarsala 4ê berê zayînê de sumeriyan ji bo zimanê xwe nivîsa mîxî îcadkirine. Hatiye dîtin ku awayên standardkirî ya her nîşaneke nivîsa mîxî ji pîktograman hatiye pêşxistin. Nivîsên herî kevin 7 tabletên arkaîk ew ku li perestgeha É ya ku ji bo xwedawenda Înanna li Urûkê hatiye çêkirin hatine dîtin. Cihê ku ev tablet hatine ji aliyê arkeologan ve wekê perestgeha C hatiye binavkirin.
Fêrbûna sîstema logografiya nivîsandina mîxî ya destpêkê bi salan berdewam kiriye. Ji ber vê yekê tenê hejmareke sinorkirî ji kesan wekê nivîskar hatine erkdar kirin ku ji bo fêrbûna sîstemê werin perwerdekirin. Heta ku di bin desthilatdariya Sargon de bikaranîna berfireh a nivîsa kitekitî nehatiye pejirandin, girseyên giring ên ji nifûsa Mezopotamyayê nedizanîn bixwînin.[37] Arşîvên mezin ên nivîsan li qadên arkeolojîk ên dibistanên nivîsandin ên babîliya kevin hatine dîtin ku bi rêya wan xwendin û nivîsandin dihatin belavkirin.
Wêje
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Di dema xanedaniya babîliyan de li bajêran û li perestgehan pirtûkxane hebûn. Gotineke sumerî ya kevin digot ku "kesên ku dixwaze di dibistana nivîskaran de serkeftî be, divê ji bi sibehê ve re rabe." Di heman demê de hem jinan û hem jî mêran fêrê wendin û nivîsandinê dibûn.[38]
Beşek girîng ji wêjeya babîlî ji berhemên resen ên ji zimanê sumerî hatibûn wergerandin û demek dirêj zimanê rîtûelên dînî û şerîetê zimanê kevin ê sumerî hatiye bikaranîn. Ferhengok, rêziman û wergerên navristeyî ji bo bikaranîna xwendekaran hatibûn berhevkirin, her wiha şîroveyên li ser nivîsên kevintir û ravekirinên peyvan û hevokên nezelal hatine amadekirin. Hemî tîpên kitekitan hatine rêzkirin û nav li tîpan hatin danîn û lîsteyên berfireh hatinr amadekirin.
Gelek berhemên wêjeyî yên babîlî di îro de jî têne lêkolînkirin. Yek ji wan wêjeya herî navdar destana Gilgamêş bû[39] ku di diwanzdeh pirtûkan de ye ku ji aliyê Sîn-lēqi-unninniyekî ve ji zimanê sumeriya resen hatiye wergerandin û li ser prensîbeke astronomîkî hatiye wergerandin. Her beşeke destana Gilgamêş çîroka serguzeşteke jiyana Gilgameş de vedihewîne.[40]
Zanist û teknolojî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bîrkarî (matematîk)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Matematîk û zanista Mezopotamyayê li ser bingeha pergala hêjmartina şêstîyî (bingeha 60an) hatiye avakirin ku ev pergala hêjmarê di roja îro de bûye çavkaniya saeta 60-deqeyî, roja 24-saetî û çembera 360-pileyî. Salnameya sumerî li ser bingeha salnameya heyv û rojê bû ku mehekê ji sê hefteyên heft rojî pêk dihatin. Ev şêweza bîrkariyê di çêkirina nexşeyên destpêkê de roleke girîng lîstiye. Teoremên babîliyan hebûn ku bi vê teoremê rûbera şiklan û rûbera cismên hişk pîvane.[41] Sumeran rûbera çemberê hesab kirine û qebareyên wekê geometrîkî yên wekê silindir û prîzmayan dîtine.[42]
Stêrnasî (astronomî)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li Mezopotamyayê ji serdema sumeriyan ve, rahîbên perestgehan hewl dane ku bûyerên rojane bi hinek pozîsyonên gerstêrk û stêrkan ve girêbidin. Sumeriyan bi çavdêriya tevgerên heyv û rojê salnameyên pêşîn çêkirine, pênc gerstêrkên ku bi çav têne dîtin (Merkur, Venûs, Mars, Jupiter, Saturn) lêkolîn kirine û bingehên astronomiyê danîne. Sumeriyan stêrkan bi çavdêriya ji qata jorîn a perestgehên ku wekê zîgurat tê zanîn kategorîze kirine.
Di serdema sumeriyan de li Mezopotamyayê vedîtina gerstêrkan hatiye destpêkirin ku sumeriyan 5 gerstêrkên ku bi çavê tazî têne dîtin ji aliyê sumeriyan ve hatine çavdêrî kirin û hatine tomarkirin. Wan rêgehên gerstêrkan şopandine û wateyên mîtolojîk barê gerstêrkan kirine. Çavdêrî û tomarên sumeriyan di warên stêrnasî (astronomî) û astrolojiyê de ji aliyê babîliyan ve li ser heman bingehê hatine pêşxistin û bi tomarkirina nivîsandina li ser tabletan heya roja îro hatine.[43]
Di heman demê de padîşahên Mezopotamyayê berê ku li ser mijarên dewletê, wek şer an birçîbûnê biryar bidin, nîşanên ezmanî (girtinên roj û heyvê û kometan) wekê peyamên xwedayan rave kirine.[44]
Bijîşkî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Nivîsarên herî kevin ên babîl ên li ser bijîşkiyê vedigerin serdema babîliya kevin ku dîroka van nivîsaran di nîvê yekem ê hezarsala 2ê berê zayînê de ne. Lêbelê nivîsara bijîşkî ya babîlî ya herî berfireh, Pirtûka Teşhîsê ye ku ji aliyê ummânū, an zanyarê sereke, Esagil-kin-apli yê Borsippayê ve di dema serweriya padîşahê babîlî Adad-apla-iddina (1069–1046 b.z.) de hatiye nivîsandin.[45][46]
Li gel bijîşkiya misirî ya hemdem, nabîliyan têgehên teşhîsî, pêşbînî, venêrîna fîzîkî, enemas û reçeteyan destnîşan kirine.[47] Pirtûka destnîşanê rêbazên dermankirin û etiyolojiyê û bikaranîna empîrîzm, mantiq û aqilmendiyê di teşhîs, pêşbînî û dermankirinê de daye naskirin. Nivîs lîsteyeke nîşanên bijîşkî (semptom) û gelek caran çavdêriyên empîrîk ên berfireh digel qaîdeyên mantiqî yên ku di berhevkirina nîşanên çavdêrîkirî yên li ser laşê nexweşek bi teşhîs û pêşbîniya wê re têne bikar anîn vedihewîne.[45]
Nîşanên bijîşkî (semptom) û nexweşiyên nexweşek bi rêbazên dermankirinên wekê pêçan, melhem û bi dayîna heban dihatin dermankirin. Dema ku nexweşeke bi awayekî fîzîkî nehata dermankirin, bijîşkên babîlî gelek caran ji bo başkirina kesê/a nexweş ji bo ku nifiran xilas bibe û ji bo dûrxistina cinan serî li rîtûelên dînî dane. Pirtûka teşhîsê ya Esagil-kin-apli li ser komek mentiqî ya aksîyom û texmînan hatiye nivîsandin ku di nav de nêrîna nûjen jî hebû ku bi rêya venêrîna û vekolîna nîşanên bijîşkî û nexweşiya kesê/a nexweş, etîolojiya wî/wê, pêşveçûna wî/wê ya pêşerojê û şansên başbûna kesê/a nexweş hebû.[47]
Esagil-kin-apli cûrbecûr nexweşî keşf kiriye û nîşanên (semptom) wan di pirtûka xwe yê pirtûka teşhîsê de diyar kiriye ku di pirtûka wî de nîşanên gelek cureyên epîlepsiyê û nexweşiyên têkildar, digel teşhîs û pêşbînî ya nexweşiyan hatiye nivîsandin.[46] Hinek dermankirinên ku hatine bikar anîn dibe ku li ser taybetmendiyên zanîn ên pêkhateyên hatine bikar anîn hatine kirin. Dermankirinên din jî li ser taybetmendiyên sembolîk hatine kirin.[48]
Teknolojî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Mezopotamya wekê dergûşa şaristaniyê û teknolojiya kevnar hatiye binavkirin ku bi îcadkirina çerxeyê pêşxistina nivîsandinê, matematîk, demjimêr û pergalên avdana pêşketî hebûne.[49] Ev herêma berhemdar a di navbera çemên Firat û Dîcleyê de navenda mezintirîn gavên teknolojîk ên di dîroka mirovahiyê de bû.[49]
Di nav îcad û teknolojiya gelên Mezopotamyayê de çêkirina metal û sîfîr, çêkirina cam û çirayan, tevnkirina qumaşan, kontrolkirina lehiyê, hilanîna avê (depo kirin) û avdanî hebûn. Her wiha mezopotamî yek ji civakên pêşîn ên serdema bronzê bûn. Di heman demê de mezopotamî ji çêkirin bikar anîna sîfîr, bronz û zêr pêş ketin û ber bi bikaranîna hesin ve çûne. Qesrên Mezopotamyayê bi sedan kîlogram ji van metalên pir biha hatibûn xemilandin. Her wiha sîfîr, bronz û hesinan ji bo zirx û ji bo çekên cûda yên wekî şûr, xencer û rim hatine bikaranîn.[49]
Dîn û felsefe
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dîn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dînê Mezopotamyaya Kevnare yekem dîn bû ku hatiye tomar kirin. Mezopotamiyan bawer kirine ku Dinya wekê dîskek dûz e, bi valahiyeke dorpêçkirî ye û jora Dinyayê jî bihuşt e.[50] Di heman demê de mezopotamiyan bawer kirine ku av li her derê Dinyayê heye (jor, binî û kêlekan) û gerdûn ji vê deryaya mezin çêbûye. Dînê Mezopotamyayê xwedî baweriyeke pirxwedayî bû. Her çiqas baweriyên ku li jor hatine vegotin di nav mezopotamiyan de hevpar be jî, cudahiyên herêmî jî hebûn. Sumeriyan ji gerdûnê wekê an-ki binav kirine û ku ev nav ji berhevkirina navên xwedawend An û xwedabanû Kî pêk hatiye.[51] Kurê van xwedawendan Enlîl bû ku xwedawendê bahoz û hewayê bû. Di heman demê de sumeriyan bawer kirine ku Enlîl xwedayê herî bihêz e ku xwedawendê sereke yê panteona sumeriyan bû.[52]
Felsefe
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Şaristaniyên herêmê bandor li ser dînên îbrahîmî kiriye, bi taybetî jî bandora van şaristaniyan li ser Încîla îbranî çêbûye. Nirxên çandî û bandora wêjeyî şaristaniyan bi taybetî di pirtûka destpêkirinê de têne dîtin.[53]
Giorgio Buccellati bawer kiriye ku koka felsefeyê dikare were şopandin heta şehrezayiya Mezopotamya ya destpêkê ku di hinek felsefeyên jiyanê, bi taybetî exlaq, di şêweyên diyalektîk, diyalog, helbestên destanî, folklor, dînî, helbest, berhemên nivîskî û di gotinên pêşiyan de hatiye dîtin. Aqil û rasyonelîteya babîlî ji çavdêriya ceribandiniyê (empîrîzmê) wêdetir pêş ketiye.[54]
Ramanên babîlî jî li ser ontolojiya pergalên vekirî ava bûne ku bi aksîyomên ergodîk re hevaheng bû. Mantîq heta radeyekê di astronomî û bijîşkiya babîlî de hatiye bikar anîn.[55]
Çand
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Mîhrîcan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li Mezopotamyaya kevnare her meh merasîm curbecur hatine lidarxistin. Mijara rîtûel û mîhrîcanên (festîval) her mehê ji herî kêm ji aliyê şeş faktorên giring ve dihatin destnîşankirin:
- Qonaxa Heyvê (Dema ku heyv zêde dibû dihata wateya pirbûn û bereketê û heyva ku kêm dibe jî dihata wateya kêmbûn, tinebûnê û bi mîrîcanên cîhana binê Erdê ve girêdayî bû)
- Qonaxa çerxa çandiniyê ya salane
- Ekînoks û rojveger
- Mîtolojiya herêmî û parêzvanên wê yên xwedayî
- Serkevtina monarşê biserketî
- Ekîto, an cejna sersalê (yekem heyva tijî ya piştî ekînoksa biharê)
- Bîranîna bûyerên dîrokî yên taybetî (damezrandin, serkevtinên leşkerî, bêhnvedana perestgehê û hwd.)
Muzîk
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Hinek stran ji bo xwedayan hatine nivîsandin lê gelek ji sitranên Mezopotamyayê wekê di çanda dengbêjiya kurdî ji bo danasîna bûyerên girîng hatine nivîsandin. Her çiqas muzîk û stran ji bo kêvxweşiya padîşahên Mezopotamyayê hatine gotin jî[56] mirovên asayî jî li malên xwe an li bazarên sûkan stranan gotine û li ber stranan lîstine kirine.[57]
Di heman demê de mezinê mezopotamiyan ji zarokan xwe re sitranan gotine û zarokan wan jî mezin bûne û heman stranan ji zarokên xwe re gotine. Bi vî awayê heta ku nivîs li Mezopotamyayê pêş dikeve û belav dibe, stran wekê kevneşopiyeke devkî nifş bi nifş hatine veguhastin. Di heman demê de stranên mezopotamiyan bûne sedem ku bûyer û agahiyên giring ên ku li herêma qewimiye bi sedsalan nifş bi nifş were veguhastin.[58]
Jiiyana navmalbatî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Mezopotamya wekê ku di qanûnên li pey hev ên Urukagina, Lîpît Îştar û Hamurabî hatiye destnîşankirin, di dîroka xwe de her ku diçe zêdetir veguheriye civateke baviksalarî ku tê de mêr ji jinan pir bihêztir bûn. Wek mînak di serdema herî kevin a sumerî de "en" ku rahîbê serekeyê xwedabanûyên jin bû, rahîbê bilind ê xwedawendên mêr bû. Thorkild Jacobsen û zanistvanên din jî pêşniyar kirine ku civaka Mezopotamyaya destpêkê ji aliyê "konseyeke rûsipiyan" ve hatiye birêvebirin ku tê de nûnertiya jin û mêr bi awayekê wekhev bûn. Di heman de heman zanistvanan diyar kirine ku bi demê re her ku statuya jinan kêm bûye bi demê re statûya mêran jî her ku çûye zêde bûye.[59]
Ji bo xwendina dibistanan tenê zarokên qiralan û kurên dewlemendan û kesên pispor, nivîskar, bijîşk, rêveberên perestgehan diçûn dibistanê.[59] Piraniya kurên kesên dewlemend pîşeya bavên wan fêrê wan dikirin an jî ji bo fêrbûna pîşeyekê din şagirtî dikirin. Zarokên qîz neçar bûn ku li malê bi dayikên xwe re bimînin ku fêrî karên malê û çêkirina xwarinê bibin û li zarokên biçûk binêrin. Hinek zarok di kutandina genim (dankut) an jî ji bo paqijkirina cihên ajalên malê alîkarî dikirin. Ji bo wê demê di dîrokê de neasayî bû ku jinên li Mezopotamyayê xwedî maf bûn ku jinan dikarin bibin xwedî milk û ger sedemeke wan ê baş hebûya, dikariyan ji hevjînê xwe cuda bibin.[60]
Huner
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Hunera Mezopotamyayê ji hezarsala 4ê berê zayînê heta ku împeratorîya hexemenîşî ku di sedsala 6ê berê zayînê de herêm fetih kiriye, wekê hunera herî mezin, pêşketî û berfireh ê li rojavayê Ewrasyayê, bi hunera Misira Kevnar re reqabet kiriye. Girîngiya sereke hunera Mezopotamyayê li ser şêweyên peykersaziyên domdar ên ji kevir û axê bû. Her çiqas berhemên wênesaziyên kêm hatine dîtin jî lê diyar e ku wênesazî bi giranî ji bo şêwazên neqişandin ên geometrîk û şêwazên neqişandin ên nebatî hatiye bikar anîn. Di heman demê de piraniya peykeran li Mezopotamyaya hatine renge kirin.
Di serdema protolîteratê de ku bajarê Urûkê di vê serdemê de bajareke serdest bû, berhemên pêşketî yên wekê vazoya warkayê û mohrên silindirî hatine hilberandin. Şêra Guennolê peykerê kevirê kisilî yê biçûk û berbiçav ê ji Elamê ye ku li dora salên 3000–2800 b.z. de hatine çêkirin.[61] Ev peykerên şêra Guennolê bi stîla nîv mirov û nîv şêr hatine çêkirin. Piştî demekê hejmarek fîgurên kahîn û perestvanan bi çavên mezin hene ku bi piranî ji tozên gêcê hatine çêkirin ku van fîguran di perestgehê de wekê wêneyên kultê yên xwedê xizmet dikirin lê bermahiyên van peykeran gelek kêm hatine dîtin.[62] Peykerên ji serdema sumerî û akadî bi gelemperî bi çavên mezin û balkêş û bi rûyên dirêj ên mêran hatine çêkirin. Gelek şaheser li goristana qiraliyeta Urê hatine dîtin (~ 2650 b.z.) ku di nav wan de fîgureke beranê di nav deviyekê de, fîgureke gayekî sîfîr û fîgureke serê gayekî li ser yek ji lîrên Urê hene.[62]
Stelên kevirî fîgurên pêşkêşên sondxwarinê an jî fîgurên pêşkêş kirin ên dibe ku serketinan bi bîr tînin û cejnan nîşan didin, di perestgehan de hatine dîtin ku berevajî fîgurên pêşkêş kirin ên fermîtir, nivîsên ku van fîguran rave bikin tune ne.[62] Stela perçe perçe ya Qermiçîyan mînakeke cureya neqşkirî ya destpêkê ye.[62]
-
Qiral Îdîn-Sîn ê Keyaniya Sîmûrrum, bi kêrek û kevanek di destê wî de li ber xwedawenda Îştar dijminekî ditepisîne.
-
Rolyefeke fîgureke baskdar
-
Perçeyek ji kevirê (stel) Qermiçîyan a Eannatumê
-
Parçeyên bi sêwiranên geometrîkî yên ji kelûpelên Samarrayê ku li Enstîtuya Rojhilatî ya Zanîngeha Şîkagoyê ye
Cotkarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Çandiniya avî bi çandên Samara û Hecî Mihemed li dora sala 5000ê b.z. ji çiyayên Zagrosê (ji Rojhilata Kurdistanê ber bi Başûrê Kurdistanê û Mezopotamyayê ve) ber bi başûr ve belav bûye.[63]
Ji serdema destpêkê ve heya serdema xanedaniya sêyem a Urê perestgehan xwedî sêyeka ji erdê berdest bûn lê bi demê re ji ber zêde bûna milkên qiralyetan û milkên din ên taybet ev rêje her ku çûye kêmtir bûye. Peyva Ensî ji bo danasîna kesê erkdar ên ku karê hemî aliyên çandiniya perestgehan organîze dikir dihat bikar anîn. Hatiye diyarkirin ku şêniyên gundî bi gelemperî di çandiniyê de, nemaze li erdên perestgehan an qesran xebitîne.[64]
Erdnîgariya başûrê Mezopotamyayê wisa ye ku çandinî tenê bi avdanî û bi avdana gurr çêdibû ku vê yekê bandoreke kûr li ser pêşveçûna şaristaniya Mezopotamyaya destpêkê kiriye. Pêdiviya avdanê bûye sedem ku sumerî û paşê jî akadî bajarên xwe li kêleka çemên Dîcle û Firat û li ser şaxên van çeman ava bikin. Bajarên mezin ên wekê Ur û Urûk li ser şaxên Firatê ava bûne û hinek bajarên din, bi taybetî bajarê Lagaşê li ser şaxên Dîcleyê hatine avakirin.[65]
Çemên avê ji bo masîvaniyê, ji bo ava vexwarin û hem jî ji bo avdana çandiniyê hatine bikaranîn,î û ji bo materyalên avahîsaziyê jî sûd ji ava çeman hatiye wergirtin din. Bi avdanê re dabîn kirina xwarina li Mezopotamyayê dişibe karê cotkarî dabîn kirina xwarina li deştên Kanadayê.[65]
Geliyên çemên Dîcle û Firatê beşa bakurê rojhilatê nîvbera heyva berhemdar pêk anîne ku geliyê çemê Urdunê û çemê Nîlê jî di nav de bû. Her çiqas erdên nêzîkî çeman berhemdar û ji bo çandiniyê baş bin jî, beşên erdên dûrtir ji avê hişk û bi piranî ji bo jiyana mirovan ne guncav bûn. Bi vî awayê pêşxistina avdanê ji bo şêniyên Mezopotamyayê gelek giring bû. Gelek caran çandinî xira bûye ku ji ber vê yekê çavkaniyên din ên xwarinê ku di nav de çêlek û berx hebûn hatine parastin. Bi demê re beşên herî başûrê Mezopotamyaya Sumerî ji zêdebûna şorbûna axê êş kişandiye ku di dawiyê de bûye sedema hilweşîna hêdî hêdî ya bajaran û rêveberiya navendî ya sumeriyan.[66]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "University of Chicago Press Journals: Cookie absent". RCNi Company Limited (bi îngilîzî). doi:10.1086/383004. Roja gihiştinê 29 gulan 2026.
- ^ "Encyclopaedia of Islam. Second edition | WorldCat.org". search.worldcat.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 29 gulan 2026.
- ^ "Iraq, past, present and future: a thoroughly-modern mandate?". www.historyandpolicy.org (bi îngilîziya brîtanî). Ji orîjînalê di 8 kanûna pêşîn 2010 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 29 gulan 2026.
- ^ a b c d e "Rise of Empires: Akkadians and Assyrians". oerproject.com/ (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 29 gulan 2026.
- ^ a b c "Guti | Ancient Mesopotamia, Elamite Empire | Britannica". Encyclopedia Britannica (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 29 gulan 2026.
- ^ a b "Mesopotamia - Map, Gods & Meaning". HISTORY (bi îngilîzî). 30 çiriya paşîn 2017. Roja gihiştinê 30 gulan 2026.
- ^ a b Stokes, Jamie (2009). Encyclopedia of the Peoples of Africa and the Middle East - Kurdish History (bi îngilîzî). Infobase Publishing. ISBN 978-1-4381-2676-0.
- ^ a b Maisel, Sebastian (21 hezîran 2018). The Kurds: An Encyclopedia of Life, Culture, and Society (bi îngilîzî). Bloomsbury Publishing USA. ISBN 979-8-216-10853-5.
- ^ a b Speiser, Ephraim Avigdor (31 kanûna pêşîn 1930). Mesopotamian Origins. University of Pennsylvania Press. ISBN 978-1-5128-1881-9.
- ^ Hogg, Hope Waddell (1911). . Bi Chisholm, Hugh (edîtor). Encyclopædia Britannica (bi îngilîzî). Cild 18 (Çapa 11em). Cambridge University Press. rr. 179–187.
- ^ Edzard, Dietz Otto (28 gulan 2003). Sumerian Grammar. BRILL. ISBN 978-90-474-0340-1.
- ^ a b Yoffee, Norman (19 adar 2015). The Cambridge World History: Volume 3, Early Cities in Comparative Perspective, 4000 BCE–1200 CE (bi îngilîzî). Cambridge University Press. ISBN 978-1-316-29774-2.
- ^ a b Ph.D, Scott Rank (2 tîrmeh 2018). "Mesopotamia: Overview and Summary Of An Ancient Civilization". History (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 31 gulan 2026.
- ^ ""Kêmasîya ku li Girê Mirazan derketîye holê bêdewletbûna kurdan e" | Le Monde diplomatique Kurdî". diplo-kurdi.com. Ji orîjînalê di 2 hezîran 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 31 gulan 2026.
- ^ Rûdaw Kurdî (9 kanûna paşîn 2019), Çîroka Girê Miraza behsa çi dike?, roja gihiştinê 31 gulan 2026
- ^ Molleson, Theya; Arnold-Forster, Theo (2015). "A question of identity: Is the earliest Neolithic burial from Tell Abu Hureyra, Syria, possibly a foundation burial?". Paléorient. 41 (1): 117–125. doi:10.3406/paleo.2015.5658.
- ^ Curry, Andrew. "Girê Mirazan: The World's First Temple?". Smithsonian Magazine (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 31 gulan 2026.
- ^ "Science". AAAS (bi îngilîzî). doi:10.1126/sciadv.1700564. PMC 5489262. PMID 28782013. Roja gihiştinê 31 gulan 2026.
- ^ Dietrich, Laura; Meister, Julia; Dietrich, Oliver; Notroff, Jens; Kiep, Janika; Heeb, Julia; Beuger, André; Schütt, Brigitta (2019). "Cereal processing at Early Neolithic Girê Mirazan". PLOS ONE (bi îngilîzî). 14 (5): e0215214. doi:10.1371/journal.pone.0215214. ISSN 1932-6203. PMC 6493732. PMID 31042741.
{{cite journal}}: CS1 maint: unflagged free DOI (lînk) - ^ Kramer, Samuel Noah (1988). In the World of Sumer: An Autobiography (bi îngilîzî). Wayne State University Press. ISBN 978-0-8143-2121-8.
- ^ "Mesopotamia: The Invention of Writing". oi.uchicago.edu. Ji orîjînalê di 5 çiriya paşîn 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 31 gulan 2026.
- ^ Authors: Department of Ancient Near Eastern Art. "The Ubaid Period (5500–4000 B.C.) | Essay | The Metropolitan Museum of Art | Heilbrunn Timeline of Art History". The Met’s Heilbrunn Timeline of Art History (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 31 gulan 2026.
- ^ Robinson, Andrew (2009). Writing and script : a very short introduction. Internet Archive. Oxford ; New York : Oxford University Press. ISBN 978-0-19-956778-2.
- ^ Leick, Gwendolyn (29 tebax 2002). Mesopotamia: The Invention of the City (bi îngilîzî). Penguin UK. ISBN 978-0-14-192711-4.
- ^ a b "Nippur | Iraq, Location, Map, & Facts | Britannica". Encyclopedia Britannica (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 31 gulan 2026.
- ^ Coleman, J. A.; Davidson, George W. (2015). The dictionary of mythology. London: Arcturus. ISBN 978-1-78404-478-7.
- ^ a b j.chyla (25 çiriya pêşîn 2021). "1739 BC – year when the Sumerian civilization collapsed" (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 31 gulan 2026.
- ^ Chavalas, Mark W. (2012). "A History of the Ancient Near East ca. 3000–323 BC. By Marc van de Mieroop. 2nd ed. Oxford: Blackwell Publishing, 2007. Pp. xxii + 341. $31.95 (paperback)". Journal of Near Eastern Studies. 71 (1): 117–118. doi:10.1086/664504. ISSN 0022-2968.
- ^ Lambert, W.G. (1 kanûna paşîn 2007). "WALTHER SALLABERGER, KONRAD VOLK and ANNETTE ZGOLL (eds), Literatur, Politik und Recht in Mesopotamien: Festschrift fur Claus Wilcke". Journal of Semitic Studies. 52 (1): 139–141. doi:10.1093/jss/fgl042. ISSN 0022-4480.
- ^ a b Mark, Joshua J. (28 nîsan 2026). "Shulgi of Ur: Greatest King of the Ur III Period". World History Encyclopedia (bi îngilîzî).
- ^ "Archives and Bookkeeping in Southern Mesopotamia during the Ur III period". journals.openedition.org. Roja gihiştinê 31 gulan 2026.
- ^ a b Koppen, Frans Van. ""The Geography of the Slave Trade and Northern Mesopotamia in the Late Old Babylonian Period," in: H. Hunger and R. Pruzsinszky (ed.), Mesopotamian Dark Age Revisited (Vienna: Österreichische Akademie der Wissenschaften, 2004) 9-33". academia.edu.
- ^ "Dîroka Kurdistan: Bikurtebirî". bnk.institutkurde.org. Roja gihiştinê 31 gulan 2026.
- ^ Sanjana, Darab Dastur Peshotan (1896). The Karname I Artakshir I Papakan : being the oldest surviving records of the Zeroastrian emperor Ardashir Babakan. Education Society Steam Press, Bombay.
- ^ "BBC - History - Ancient History in depth: Mesopotamia". www.bbc.co.uk (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 31 gulan 2026.
- ^ Finkelstein, J. J. (1955). "Subartu and Subarians in Old Babylonian Sources". Journal of Cuneiform Studies. 9 (1): 1–7. doi:10.2307/1359052.
- ^ Guo, Rongxing (6 sibat 2017). An Economic Inquiry into the Nonlinear Behaviors of Nations: Dynamic Developments and the Origins of Civilizations (bi îngilîzî). Springer. ISBN 978-3-319-48772-4.
- ^ Tetlow, Elisabeth Meier (28 kanûna pêşîn 2004). Women, Crime and Punishment in Ancient Law and Society: Volume 1: The Ancient Near East (bi îngilîzî). A&C Black. ISBN 978-0-8264-1628-5.
- ^ "the definition of gilgamesh". www.dictionary.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 1 hezîran 2026.
- ^ Ele que o abismo viu: Epopeia de Gilgámesh.
- ^ Eves, Howard (1969). An introduction to the history of mathematics (Çapa 3). New York: Holt, Rinehart and Winston. ISBN 978-0-03-074550-8.
- ^ "What contributions did Sumerians make to the field of mathematics?".
- ^ "Ancient Astronomy (Part 1) – Astronotes" (bi îngilîziya brîtanî). 13 sibat 2015. Roja gihiştinê 1 hezîran 2026.
- ^ "Stêrnasiya Mezopotamyayê".
- ^ a b Horstmanshoff, Herman Frederik Johann; Stol, Marten (2004). Magic and rationality in ancient Near Eastern and Graeco-Roman medicine. Studies in ancient medicine. Leiden: Brill. ISBN 978-90-04-13666-3.
- ^ a b Stol, Marten (1993). Epilepsy in Babylonia. Cuneiform monographs. Groningen: Styx publications. ISBN 978-90-72371-63-8.
- ^ a b Friedenwald, Julius; Morrison, Samuel (1940). "THE HISTORY OF THE ENEMA WITH SOME NOTES ON RELATED PROCEDURES (Part I)". Bulletin of the History of Medicine. 8 (1): 68–114. ISSN 0007-5140.
- ^ "Medicine and Doctoring in Ancient Mesopotamia".
- ^ a b c "Mesopotamian technologies and sciences: The foundations of human progress". Fabrizio Musacchio (bi îngilîzî). 1 kanûna paşîn 2025. Roja gihiştinê 2 hezîran 2026.
- ^ Lambert, W. G. (17 adar 2016). Ancient Mesopotamian Religion and Mythology: Selected Essays (bi îngilîzî). Mohr Siebeck. ISBN 978-3-16-153674-8.
- ^ Hetherington, Norriss S., edîtor (2014). Encyclopedia of cosmology: historical, philosophical, and scientific foundations ofmModern cosmology. Routledge revivals. Abingdon New York: Routledge. ISBN 978-1-317-67766-6.
- ^ Coleman, J. A.; Davidson, George W. (2015). The dictionary of mythology. London: Arcturus. ISBN 978-1-78404-478-7.
- ^ Bertman, Stephen (2023). Handbook to life in ancient Mesopotamia. Oxford scholarship online. New York: Oxford University Press. ISBN 978-0-19-518364-1.
- ^ Buccellati, Giorgio (9 tîrmeh 2024). An Epistemological Perspective on the Mesopotamian Wisdom Tradition. Venice: Fondazione Università Ca’ Foscari. ISBN 978-88-6969-777-7.
- ^ "Axioms and Babylonian thought: A reply". www.tandfonline.com. doi:10.1080/01603477.2005.11051453. Roja gihiştinê 2 hezîran 2026.
- ^ "Li Mezopotamyayê muzîk". www.tandfonline.com. doi:10.1080/00438243.1981.9979803. Roja gihiştinê 2 hezîran 2026.
- ^ Sachs, Curt; Wellesz, Egon (1957). "The New Oxford History of Music, Vol. I: Ancient and Oriental Music". Notes. 15 (1): 97. doi:10.2307/892085. ISSN 0027-4380.
- ^ Mirelman, Sam (2009). "New Developments in the Social History of Music and Musicians in Mesopotamia". Yearbook for Traditional Music (bi îngilîzî). 41: 12–22. doi:10.1017/S0740155800004112. ISSN 0740-1558.
- ^ a b Harris, Rivkah; Bahrani, Zainab (2003). "Women of Babylon: Gender and Representation in Mesopotamia". Journal of the American Oriental Society. 123 (1): 199. doi:10.2307/3217861. ISSN 0003-0279.
- ^ Kramer, Samuel Noah (1995). The Sumerians: their history, culture, and character (Çapa 12. [pr.]). Chicago: The Univ. of Chicago Press. ISBN 978-0-226-45238-8.
- ^ Frankfort, Henri (1970). The art and architecture of the ancient Orient. The Pelican history of art (Çapa 4th rev. impression). Harmondsworth, Eng.: Penguin Books. ISBN 978-0-14-056107-4.
- ^ a b c d Frankfort, Henri (1989). The art and architecture of the ancient orient. The Pelican history of art. Harmondsworth: Penguin. ISBN 978-0-14-056107-4.
- ^ Bulliet, Richard; Crossley, Pamela; Headrick, Daniel; Hirsch, Steven; Johnson, Lyman (1 kanûna paşîn 2010). The Earth and Its Peoples (bi îngilîzî). Cengage Learning. ISBN 978-0-538-74438-6.
- ^ Saggs, Henry W. F. (2000). Babylonians. Peoples of the past (Çapa 1. paperback print). Berkeley: California Univ. Press. ISBN 978-0-520-20222-1.
- ^ a b Powell, Marvin A.; Roux, Georges (1995). "Ancient Iraq". Journal of the American Oriental Society. 115 (1): 129. doi:10.2307/605329. ISSN 0003-0279.
- ^ Thompson, William R. (26 çiriya paşîn 2004). "Complexity, Diminishing Marginal Returns, and Serial Mesopotamian Fragmentation". Journal of World-Systems Research (bi îngilîzî): 613–652. doi:10.5195/jwsr.2004.288. ISSN 1076-156X.
